Ronaldo xeyala zarokekî Kurd ê ji Qamişloyê bi cih anî

Sdílet
Vložit
  • čas přidán 3. 07. 2024
  • Cristiano Ronaldo di lîstîka Portugal û Slovenyayê ya EURO 2024ê de xeyala zarokekî Kurd ê ji Qamişloyê bi cih anî û formeyê xwe da wî.
    Stêrkê futbolê yê cihanê Cristiano Ronaldo piştî lîstika Portugal-Slovenyayê ku li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê hat lîstin li salonê çû cem malbateke Kurd a ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê.
    Cristiano Ronaldo li salona cilûbergan a stadê formayê xwe da kurê 4 salî yê bi navê Awar Hozanê ku nexweşê pençeşêrê yê.
    Cîranê malbata Awar Hozan, Mehmûd Berazî ji Rûdawê re got:
    “Ew zarokê ku Cristiano Ronaldo çûye cem wî Kurd e û xelkê Qamişloyê ye.
    Malbat ji bo dermankirina zarokê xwe yê nexweş beriya salekê hat Almanyayê.”

Komentáře •