KORDÎNA QEREBÛLAXÊ Ax lilo lilo lo lilo lo... de lê lê dayê rebenê welatê me Serhed e ne tu war e hewû rebenê welatê me Serhed e ne tu war e sêr bike ji bextê egîtê mala bavê mi rebena Xwedê ra ne payîz e, ne havîn e, ne buhar e hela bala xwe bidê vê sibengê qoce zivistan e gidîno gelo her çar rojê sar e hewû rebenê li dû agîtê mala bavê mi rebenê nefiam e sêr bike ji bona agîtê mala bavê mi gulîbira Xwedê ne tu cî ye gidîno gelo vê sibengê ne tu war e, ne star e Ez nemînim nemînim nemînim... ca li piştî agîtê mala bavê xwe rebena Xwedê li dewrana ax dunyalika derewîn hewû reben im nemînim ku nemînim dayê Hewû rebenê sibe ye dilê mi gulîbira Xwedê pira serê donzdeh rêya, heft newala ji bextê agîtê mala bavê xwe rebena Xwedê ra di ser ra derbas bikim cotek karî karxezala ez rûniştim li Kordîna Qerebulaxê¹ li mifreza Taxilkiya² li serê têl û telgiraf û li nava hogir û hevala mi dî hermetekî bûkîn e di desta da dergûşekî lawîn e kolosekî spî ye li ser desta bû ji wê da dihat û li çogê xwe dixist digiriya digo lo bira ê hê bira ax hề bira... lê lê anê rebenê “lo bira lo bira” dikir digiriya ber bi taşxana³ Bazîda şewitî wa direviya minê xwe berdabû pêşiyê mi go xwenga mi gelo çi bû, çi qewimî, wa çi ciriya go birao belkî agirê kulê bikeve mala Nedayî Begê⁴ saet li șeșê di şevê bû ji ba xwe da derxistî fermana serê di Kurda ji taşxana Bazîda şewitî dibijêre agîtan û efrîtan û cindiya li hewşa lawê Şewêş Efendî cinyazê egîtê mala bavê mi gulîbira Xwedê di xwînê da dixemlîne bi singûya tu sêr bike vê sibengê kolosê agîta li ser destê mi gulîbirê mane vala herçiyê di maye sirgûn dikir Sinop û Zonguldaxê ji xwe ra nav duwala Lo axao dilê mi bi deman e lo maqulo dilê min bi deman e Xaliqê Alemê li girtiyê di hepsan e rêwiyê di serê rêyan e nexweşê nava ciyan e eskerê binê sîlehan e miletê li qurbetiyan e cumeata hazir veke dergayê xêran e li biniya Bazîda şewitî hewşa lawê Şewêş Efendî diketim mi dî xwûnê li zengûyê di hespan e agirê kulê bikeve mala Nedayî Begê saet li şeşê di şevê bû ji ba xwe da derxistî fermana serê di Kurdan e ji taşxana Bazîda şewitî tu sêr bike dibijêre agitan û efrîtan û cindiyan e li dû agitê mala bavê mi gulîbirê nefîam û ferman e ez nemînim nemînim nemînim... ca li piştî agitê mala bavê xwe rebena Xwedê li dewrana wax dunyalika derewîn nemînim ku nemînim dayê. 1 Gundekî li ser navçeya Bazîdê ye. 2 Gundekî li ser navçeya Bazîdê ye. 3 Girtîgeh, hepisxane. 4 Nedaî Çakıroğlu ye, generalê artêşa tirk e. Serokê îdareya Orfî ya wê demê ye. Şakiro Antolojiya Dengbêjan Ömer Güneş & İbrahim Şahin
Merhaba.Dengbêj marufun bir tane Med TV de söylediği klam var arıyorum arıyorum internette yok...(Hesenikê mala muso) varsa bana gönderirseniz çok sevinirim.... teşekkürler
Jiyan bi kurdi xwese , her biji kurd u KURDISTAN
Kurd nabeje cima, gello cima ez be welate azad u ser bi xweme , hemu cihan xwedi welate azade, em bindeste tirk ereb u ecemin
Bin yillik genlerimi hissediyorum resmen .... 😢...😢😢😢
Pê kurdi bınıvisén
Pê kurdi guhdarikén
Pê kurdi Kehf xeşbén ❤️💚💛✨✨✨
Hergun en az bir doz alıyorum hayatımı adam ediyorum bu güzel stranla... Hozan maruf abi aşktır gerisi teferruattir
Gece 01:50 bir insana dengbej dinleten dert hafife alınacak bir dert olmamalı elbet..
Qurbana denge te dengbeje delal
Çok güzel söylemiş içmeden sarhoş oluyorum
Çi denge ya star çi xweşik e ey xweda ☀️
Bijii Kürtistan, hare hare biremin ez haliyam denge te xwesa (44)
😂. 😂❤
Dengbej maruf
Zef xweş dibêjî mamoste seet xweş
lkköĺ6u
o zaman hı
Dengu dılete sağbe kekemın m
MARUF
Sesine yüreğine sağlık mamoste her hebi çocukluktan bu yana senin ve tüm rahmet eden şaheserleri dinlerim ama yerin farklı Allah uzun ömürler versin
Önmeli
Yağ
can can maruf abim tü her biji alah bin kere cemaat baki sana nasip eylesin inşalah
Qurbana çav u bıriyete xalo swet xwaş.
❤
Zor xwese
Sesine sağlık mamoste
Çan çan❤❤
Yüreğine sağlık heval
KORDÎNA QEREBÛLAXÊ
Ax lilo lilo lo lilo lo...
de lê lê dayê rebenê welatê me Serhed e ne tu war e
hewû rebenê welatê me Serhed e ne tu war e
sêr bike ji bextê egîtê mala bavê mi rebena Xwedê ra
ne payîz e, ne havîn e, ne buhar e
hela bala xwe bidê vê sibengê qoce zivistan e gidîno gelo her çar rojê sar e
hewû rebenê li dû agîtê mala bavê mi rebenê nefiam e
sêr bike ji bona agîtê mala bavê mi gulîbira Xwedê ne tu cî ye gidîno gelo vê sibengê ne tu war e, ne star e
Ez nemînim nemînim nemînim...
ca li piştî agîtê mala bavê xwe rebena Xwedê
li dewrana ax dunyalika derewîn
hewû reben im nemînim ku nemînim dayê
Hewû rebenê sibe ye dilê mi gulîbira Xwedê
pira serê donzdeh rêya, heft newala
ji bextê agîtê mala bavê xwe rebena Xwedê ra
di ser ra derbas bikim cotek karî karxezala
ez rûniştim li Kordîna Qerebulaxê¹ li mifreza Taxilkiya²
li serê têl û telgiraf û li nava hogir û hevala
mi dî hermetekî bûkîn e di desta da dergûşekî lawîn e
kolosekî spî ye li ser desta bû ji wê da dihat û li çogê xwe dixist
digiriya digo lo bira ê hê bira ax hề bira...
lê lê anê rebenê “lo bira lo bira” dikir digiriya
ber bi taşxana³ Bazîda şewitî wa direviya
minê xwe berdabû pêşiyê
mi go xwenga mi gelo çi bû, çi qewimî, wa çi ciriya
go birao belkî agirê kulê bikeve mala Nedayî Begê⁴ saet li șeșê di şevê bû ji ba xwe da derxistî fermana serê di Kurda
ji taşxana Bazîda şewitî dibijêre agîtan û efrîtan û cindiya
li hewşa lawê Şewêş Efendî
cinyazê egîtê mala bavê mi gulîbira Xwedê
di xwînê da dixemlîne bi singûya
tu sêr bike vê sibengê kolosê agîta
li ser destê mi gulîbirê mane vala
herçiyê di maye sirgûn dikir Sinop û Zonguldaxê
ji xwe ra nav duwala
Lo axao dilê mi bi deman e lo maqulo dilê min bi deman e
Xaliqê Alemê li girtiyê di hepsan e
rêwiyê di serê rêyan e
nexweşê nava ciyan e
eskerê binê sîlehan e
miletê li qurbetiyan e
cumeata hazir veke dergayê xêran e
li biniya Bazîda şewitî hewşa lawê Şewêş Efendî diketim
mi dî xwûnê li zengûyê di hespan e
agirê kulê bikeve mala Nedayî Begê
saet li şeşê di şevê bû
ji ba xwe da derxistî fermana serê di Kurdan e
ji taşxana Bazîda şewitî tu sêr bike
dibijêre agitan û efrîtan û cindiyan e
li dû agitê mala bavê mi gulîbirê nefîam û ferman e
ez nemînim nemînim nemînim...
ca li piştî agitê mala bavê xwe rebena Xwedê
li dewrana wax dunyalika derewîn
nemînim ku nemînim dayê.
1 Gundekî li ser navçeya Bazîdê ye.
2 Gundekî li ser navçeya Bazîdê ye.
3 Girtîgeh, hepisxane.
4 Nedaî Çakıroğlu ye, generalê artêşa tirk e. Serokê îdareya Orfî ya wê demê ye.
Şakiro
Antolojiya Dengbêjan
Ömer Güneş & İbrahim Şahin
8
Tek kelimeyle harika olmuş maşallah, emeği geçen herkese teşekkür ediyorum. (44)Drejanli Hacı Ballo
Süper…
4:47 корбм,сава,длевабрао,
Dem xes
👏🏾👏🏾👏🏾👏🏾
Can can Xalo can can
❤❤❤❤❤❤❤❤
Hey hey way
Mamüste saate ğaşbe pır ğaş dibini ez tera pır sıpas dıkım selam km jitera
Can can Apo
İyi
Bu şarkı sözleri bilen varsa düzgün bir şekilde yıruma yaza bilirmi rica etsem
Yüreyıne hevel saat ğaş külamate bını vı ğaş kolesterol teğaşbe tajneke
01:42❤️🩹
Can Can
77j
Merhaba.Dengbêj marufun bir tane Med TV de söylediği klam var arıyorum arıyorum internette yok...(Hesenikê mala muso) varsa bana gönderirseniz çok sevinirim.... teşekkürler
Oy
Ç3ufgg₺
❤
❤