SEYDA BEŞA 112

Sdílet
Vložit
  • čas přidán 12. 09. 2024
  • SEYDA BEŞA 112
    Çanda medreseyên Kurdî ya ku li herêmê xwedî paşerojeke kevin e hêj li hin cihan didome.
    Di bernameyê de, mamosteyên ku wek “ Seyda” û xwendekarên ku wek “ Feqî” tên bi navkirin li ser ekrana TRT Kurdi'yê ne. Di nav civaka Kurdan de, Saziyên Medrese û Seydayan xwedî rûmeteke girîng in. Seydayên ku di nav gel de bi jiyeneke nefspiçûk dijîn, naxwazin derkevin bername û televîzyonan.
    Lê bi vê bernameyê Seyda dengê xwe digîhinin gelek kesan. Gel ji Seydayan re rêzê digire û wek rûspiyan dinirxîne. Di bernameya “Seyda” de jiyana wan bi hevpeyvînan tê ser ekranê. Herwiha Seydayên ku beşdarî bernameyan dibin jî li ser pirsgirêkên civak û Cîhanê, meseleyên kesayetî, biratî, aştî û bihevrebûnê û çanda hevpar disekinin û van mijaran dinirxînin. Di vê beşê em bi seydayê Mele Ali re sohbet dikin.
    Bernameya Seyda vê hefteyê li gundê Taxuya Mardin'ê li Medreseya Şêx Talib bû. Mêvanê bernameyê Seyda Mustafa ARAP derbarê Sineta Pêxember de agahiyên girîng parve kir.

Komentáře • 1